Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bersiva gefa Îranê dan: Em çekan danaynin û cihê xwe bernadin!

12 August 2021 16:01 0 dîtin
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bersiva gefa Îranê dan: Em çekan danaynin û cihê xwe bernadin!

PeyamaKurd – Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser gefa Serokê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimaniya Îranê Elî Şemxanî ya derxistina hêzên kurdên Rojhilat ji Başûrê Kurdistanê bertek nîşan dan.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku di navbera wan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevahengiyeke temam heye û ew nebûne sedema serêşê ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê.

Serpereştê Hêza Pêşmerge ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Osman Xelîlî ji Rûdawê re ragihandiye, ti daxwazeke fermî derbarê vê yekê de ji wan nehatiye kirin û wan ew nûçe ji medyayê bihîstiye û tekez kir, ew ne amade ne cihê xwe terk bikin.

Osman Xelîl diyar kir, “Îran bi salan e vê daxwazê ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ev ne tiştekî nû ye, lewra em piştrastiyê didin ku em dest ji çekan bernadin, eger me bikin der jî em ji cihê xwe dernakevin.”

Endamê Polîtboruya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Azeryar jî gotiye, “Bi fermî ti daxwazek ji me nehatiye kirin ji bo valakirina cihên xwe û livandina vê mijarê tenê karteke fişarê ye ku Îran bikar tîne û zêdetir jî di dema hilbijartinan de bi kar tîne.”

Ebdullah Azerbar tekez kir, “Heta ku ji destê me bê, em dê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengiyê bikin û em dê hemû mijaran jî bi diyalogê yekalî bikin. Lê divê hemû vê bidin ber çavan ku ev pirsa parçeyeke mezin a Kurdistanê ye, lewra cîbicîkirina wê zehmet e.”

Azerbar destnîşan kiriye, “Kurdên Rojhilat bê kêşetirîn kes in bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Endamê Polîtboruya Hizba Demokrata Kurdistanê Kemal Kerîmî li ser mijarê diyar kir, “Mijara derxistina me (partiyên Rojhilatê Kurdistanê), berê jî çend caran hatiye behskirin û hinek parlamenterên Îranê behs kirine, lê serkeftî nebûye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev gefa Îranê piştî Hizba Demokrat a Kurdistanê, Tehran bi kuştina Endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî (7ê Tebaxa 2021 li Hewlêrê di hotêlekê de kuştî hatibû dîtin) tawanbar kir, hat kirin.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sala 1983an ve û piştî ku Komara Îslamiya Îranê dest danî ser navçeyên rizgarkirî yên Rojhilatê Kurdistanê binke û baregehên xwe veguhestin Başûrê Kurdistanê.

Wan partiyên Kurdî, bi salan e ku ji ber rewşa hesas a Başûrê Kurdistanê, çalakiyên xwe yên çekdarî li dijî Îranê rawestandine.