Amarên 4 mehên protestoyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin eskere kirin
PeyamaKurd – Xwepêşandanên protestoyî yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî di 16ê Îlona 2021ê de, 4 meh in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin ku heta niha bi sedan welatiyên sivîl bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kuştin.
Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) amarên dawî yên protestoyên seranserî yên li Îranê eşkere kir.
Li gorî amarên hatine eşkerekirin heta niha 525 xwepêşander bi gule yan jî îşkence û êrîşên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin ku 71 kes ji wan zarok in.
Herwiha heta niha zêdetir 19 hezar û 571 kes hatine binçavkirin ku bi tenê nasnameya 5 Hezar û 29 kesan hatiye zanîn.
Dîsa li gorî amaran 168 zarok û 714 xwendekar ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û cezayê girtîgehê li ser 736 kesan hatiye sepandin û 4 kes jî hatine îdamkirin.
Metirsîya cezayê îdamê ji bo 110 kesan heye
Rejîma Îranê 12 hezar û 318 meh girtigeh bi ser kesên girtî de sepandiye û metirsî heye cezayê îdamê ji bo 110 binçavkiriyan bê sepandin.
Heta niha li 146 bajarên Kurdistan û Îranê 1,260 çalakiyên protestoyî li zanîngeh û bajaran hatine lidarxistin.
Herwiha li gorî amarên ji Rojhilatê Kurdistanê jî ji destpêka protestoyên Jîna Emînî ve 122 Kurd bi destê hêzên Îranê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin