Amarên 6 mehên dawî yên îdamên Îranê hatin eskere kirin
PeyamaKurd – Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan li Îranê, amarên 6 mehên dawî yên îdaman eşkere kir.
Li gorî lêkolîna rêxistinê rejîma Îranê di 6 mehan de 306 kes bidarve kirine û cezayê darvekirinê jî li ser hejmarek din jî hatiye sepandin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku kesên hatine darvekirin piraniya wan ji kêmîneyên netewî yên wekî Belûç û Kurd in ku temenê 4 kesan jî di bin 18 salan de bûye.
Li gorî amarên dawî rejîma Îranê di 9 mehên derbasbûyî de bi giştî 374 kes bi dar vekirine.
Hêjayî gotinê ye, rejîma Îranê piştî Çînê di îdamkirinê de duyem e. Îran ji bo sepandina desthilata xwe û aramkirina rewşa aloz a Îranê zêde girîngiyê dide sepandina cezayê darvekirinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin