Li Sûriye û Îranê amarên dawî yên koronayê hatin eskere kirin
PeyamaKurd - Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Sûriyê bi zarê Wezareta Tenduristiya Sûriyê, ragihand ku li Sûriyê 20 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara giştî gihîştiye 106 kesan.
Li gorî daxuyaniyê her 20 haletên nû yên vîrusê ji derveyî Sûriye hatine ku ji wan 15 ji Kiwêtê, 3 ji Sûdanê, 1 ji Rûsyayê û 1 jî ji Îmaretê hatine.
Hejmarên dawî yên Îranê jî ji aliyê Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê Kiyanûş Cehanpûr hatin eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniyê di nav 24 saetên dawî de li Îranê 58 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heta niha can dane gihîştiye 7 hezar û 417 kesan.
Herwiha 2 hezar û 180 kesên din li seranserê Îranê bi vîrusa nû ya koronayê ketine û hejmara giştî ya tûşbûyan gihîştiye 135 hezar û 701 kesan.
Serokê Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Cewad Aqazade da xuyakirin, rewşa bajarên Urmiye, Kela Xwê (Xoy), Mehabad û Serdeştê metirsîdar e û ew wekî bajarên rewşa sor hatine destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin