Bi dehan penaberên Lubnanî yên ji ber ser reviyane li Xaneqînê hatin bicihkirin
PeyamaKurd – Bi dehan malbatên Lubnanî yên ku ji ber nakokiyên di navbera Hizbullah û Îsraîlê de reviyane, berê xwe dane Iraqê û li Xaneqînê bi cih bûne.
Li gor zanyariyan, 10 malbatên 50 kesî ku ji ber şer û pevçûnên vê dawiyê ji Lubnanê derketine, li Xaneqînê hatine bicihkirin, ku yek ji wan navçeyên Kurdistanî ye ku di bin îdareya Kurdistanê de ne.
Herwiha hat zanîn ku di rojên borî de bi dehan malbat li Mendelî û Baqûbê bi cih bûne.
Îsraîl ji 25ê Îlonê ve êrîşên xwe yên li ser deverên cuda yên Lubnanê zêde kirine. Hikûmeta Iraqê ragihandibû ku ew ê bi her awayî piştgiriya gel û hikûmeta Lubnanê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin