Sanda HSDê li Beyrûdê bi rayedarên Lubnanî re gotûbêjên ewlehiyê dike

30 October 2025 17:36 0 dîtin
Sanda HSDê li Beyrûdê bi rayedarên Lubnanî re gotûbêjên ewlehiyê dike

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şandeke bilind a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) gihîştiye paytexta Lubnanê Beyrûdê û wê bi berpirsên Lubnanî re dest bi gotûbêjên li ser ewlehiyê bike.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Beyrûtê Ebid Selam Ehmed ragihandiye, şandeke bilind a HSDê li Beyrûde ye û dê li gel aliyên Lubnanî mijarên ewlehiyê gotûbêj bike.

Ebid Selam Ehmed Rûdawê re gotiye, şanda bilind a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gihiştiye Beyrûdê ku ev şande û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Beyrûdê dê li gel aliyên Ewlehiyê yên Lubnanî hinek dosyeyên ewlehiyê yên hevbeş gotûbêj bikin.

Hêjayî gotinê ye li kampên Hol û Rojê yên Rojavayê Kurdistanê di nav malbatên DAIŞî de Lubnanî jî hene û tê çaverêkirin, HSD û aliyên Lubnanî behsa wan malbatan bikin.