Qamislo | Sanda Artêsa Rûsyayê bi HSDê re civiya

09 August 2024 16:57 0 dîtin
Qamislo | Sanda Artêsa Rûsyayê bi HSDê re civiya

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî êrîşên hêzên bi ser rejîma Sûriyê ve li Rojhilatê Çemê Firatê îro Înê fermandarên Rûsî yên li Sûriyê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re civîyan.

Li gorî zanyariyên xwecihî, fermandarên artêşa Rûsyayê yên li Sûriye bi serdaneke lezgîn çûn Balafirgeha Qamişloyê û bi fermandarên HSDê re civiyan.

Di civîna ku îro 9ê Tebaxê piştî nîvro hate kirin de, şanda artêşa Rûsyayê ji 3 fermandarên pilebilind pêk diha, bi fermandarên HSDê re civiya.

Hatiye ragihandin ku wê sibe 10ê Tebaxê jî careke din bicivin. Civîn pîştî êrîşa ser Dêrazorê pêk tê ku HSDê cardin dever kontrol kiribû.