Li Batmanê 12 koçberên qaçax hatin girtin
PeyamaKurd – Li gor ragihandina parêzgeha Batmanê; fermandariya cendirmeyan ya Kozlukê (Hezzo) û tîmên komandoyê mînîbusekî ku tê de 12 koçber hebûn şopandin û li qereqola Kaniya Henê (bekirxan) xwestin rawestînin lê mînîbus reviya û bi dronê ciyê wê tesbît kirin û koçberan girtin.
Di mînûbusê de 11 koçberên Afxanî û 1 î Pakistanî hebûn. Piştî sitendina îfadeyan koçberan teslîmê rêvebiriya koçberan ya bajêr kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin