Saredarê Tetwanê bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ îfade da
PeyamaKurd – Hevserokê Şaredariya navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Mumîn Erol dema dest bi erka xwe ya şaredariyê kiribû wêneyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ê daliqanî ji odeya meqam daxistibû, îfade da dozgeriyê.
Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol, îro 10ê Hezîranê bi hinceta ku ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li ser lêpirsîna serdozgeriyê îfade da.
Erol di hilbijartinên 31ê Adarê de ji DEM Partiyê wek hevserokê şaredariya Tetwanê hatibû hilbijartin. Piştî lêpirsîna serdozgeriyê ya bi hinceta daxistina wêneyê Erdogan, Erol vîdyoyek belav kiribû û gotibû, wî bêrêzî li Erdogan nekiriye, lê wek serokê AK Partiyê ew ne mecbûr in wêneyê wî li odeya meqam deynin.
Herwiha Erol dabû xuyakirin, heger ji bo daliqandina wêneyê Erdogan yasa bê derxistin ew dê li gorî yasayê tevbigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin