Erdogan Saredarê Stenbolê tehdîd kir: Wê miheqeq hesab bide...
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser dijderketina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu (ji CHPê) bo Kanal Îstenbolê, gef lê xwar û got, wê miheqeq hesab bide.
Erdogan di civîna serokê bajaran ê AKPê de axivî û li ser gotinên Îmamoglu ku ji bo Kanal Îstenbolê gotibû, ‘Em qebûl nakin û wê projeyê îmze nakin. Ew ji bo Stenbolê cinayet e’ gef li Îmamoglu xwar û wiha got:
“Sazî divê biryarên ku dewlet dide bicih werînin. Yên ku erka xwe îhmal bikin, wê hesabê wê li ber hiqûqê miheqeq bidin.”
Piştî eşkerekirina projeya çêkirina Kanal Îstenbolê di navbera Deryaya Marmara û Reş de, li Tirkiyê gelek nîqaş li ser têne kirin û tê gotin, ew proje ji zanistê dûre û dibe sedema felaketeke xwezayî û aborî.
Lê berê rêveberiya Erdogan rijd e ku wê kanalê çêke daku di qada deryayî ya navnetewî de rêyeke bazirganî û çûnûhatina keştiyan di navbera herdu deryayan de veke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin