Dozgeriyê ji bo saredarê Tetwanê lêpirsîn da destpêkirin

06 June 2024 19:09 0 dîtin
Dozgeriyê ji bo saredarê Tetwanê lêpirsîn da destpêkirin

PeyamaKurd - Serdozgeriyê ji bo Hevserokê Şaredariya Tetwanê yê DEM Partiyê, lêpirsîna ‘heqereta li Erdogan’ da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya navçeya Tetwanê ya bajarê Bedlîsê, bi hinceta ku di odeya meqamê şaredariyê de, wêneyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxistiye lêpirsîna tawana ‘heqareta li Erdogan’ li dijî Hevserokê Şaredariyê Mumîn Erol da destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye, li ser medya civakî vîdyoyeke dema hevşaredarên Tetwanê piştî serkeftina hilbijartinên 31ê Adarê derbasî odeya meqamê şaredariyê bûbûn, li odeya meqamê wêne digirtin.  Dema wênegirtinê jî tabloya wêneyê Erdogan a dalaqandî ji aliyê Mumîn Erol ve hatibû daxistin. Serdozgerîyê ev yek wekî sûc nîşan daye û lêpirsîn daye destpêkirin.