Ji ber axaftina Newrozê dozgeriyê lêpirsîn ji bo Mithat Sancar da destpêkirin

22 March 2021 19:54 0 dîtin
Ji ber axaftina Newrozê dozgeriyê lêpirsîn ji bo Mithat Sancar da destpêkirin

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji ber axaftina wî ya li ahenga Newrozê ya Diyarbekirê lêpirsîn derbarê Hevserokê HDPê Mithat Sancar de da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, bi hinceta ku Mithat Sancar doh di axaftina xwe ya Newrozê de, propagandaya rêxistinê kiriye lêpirsîn derbarê wî de da destpêkirin.

Serdozgeriyê beriya lêpirsîna Sancar derbarê ahenga Newrozê de jî lêpirsîn dabû destpêkirin bi hinceta ku flama, poster û alên qedexe hatine danîn.