Ji Tanrikulu berteka lêpirsîna dozgeriyê: ‘Heqîqet bi lînçkirinê naguhere!’

10 September 2023 11:52 0 dîtin
Ji Tanrikulu berteka lêpirsîna dozgeriyê: ‘Heqîqet bi lînçkirinê naguhere!’

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, doh 9ê Îlonê ji ber axaftineke wî ya di televizyoneke Tirkî de, lêpirsîn bo Parlamenterê Partiya Komarî ya Gelo (CHP) yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu, da destpêkirin.

 Serdozgeriyê bi hinceta ‘biçûkxistina gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û Sazî û Dezgehên Dewletê" lêpirsîn daye destpêkirin.

Tanrikulu di bernameyeke TV100ê de bi belgeyên Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) yên Tirkiye hatibû darizandin û cezakirin, behsa avêtina 15 welatiyên Kurd ji helîkopterê di salên 90î de kiribû û  gotibû: “Doza avêtina wan 15 gundiyan ji helîkopterê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi encam bûye û Hêzên Çekdar ên Tirk gundê wan jî şewitandiye û bombebaran kiriye."

Piştî van gotinên Tanrikulu ji aliyê parlamenterên deshilatdariyê û opozîsyonê berdek ji Tanrikulu re hatin nîşandan ku Sezgîn Tanrikulu jî bi belgeyên DMMEyê û delîlên doza navborî li ser medya civakî daxuyanî da.

Tanrikulu got, “Heqîqetên berê, bi pozîsyonên niha yên siyasî nayên veguhertin û guhertin.”

Herwiha diyar kir: “Zihniyeta ku niha hewl dide min lînç bike, wê piştî deh salan yên qala hebûna komkujiya Roboskê bikin jî lînç bike. Lê belê heqîqet bi lînçkirina we ji holê ranabin.”