Tanrikulu: “Ji sala 1990 an heya niha bila lêpirsîna 1.352 kesên wenda bêkirin

22 May 2021 21:13 0 dîtin
Tanrikulu: “Ji sala 1990 an heya niha bila lêpirsîna 1.352 kesên wenda bêkirin

PeyamaKurd – Parlementerê CHP ê yê Îstenbolê Sezgin Tanrıkulu bi sedema ku navbera 17-31 ê mehê ‘hefteya têkoşîna kesên di bin çav de wenda ne’ pêşniyarekî da parlementoya Tirkiyê û got; ‘bila dahatûya kesên bi zorê hatine wendakirin’ bê lêpirsîn. Tanrıkulu, daxwaznama xwe da serokê Meclisa Tirkiyê û got ku heya niha 17 hezar kes wenda ne û ji wan 1352 kes bi zorê hatine wendakirin û rêjeyê weha ragihand:

“Di navbera salên 1980 -1990 an de 33 kes, di sala 1991 an de 17 kes, di sala 1992 an de 27 kes, di sala 1993 an de 108 kes bi zorê hatibe wendakirin.

Di sala 1993 an de serokwezîrê wê wextê û serokerkanê Tirkiyê ‘stratejiyeka ewlehiyê ya taybet’ xistine rê û di sala 1994 an de 532 kes, di sala 1995 an de 235 kes, di sala 1996 an de 166 kes, di sala 1997 an de 87 kes, di sala 1998 an de 53 kes, di sala 1999 an de 52 kes, di sala 2000 an û piştî wê 28 kes û 14 kesên ku salên wan nayê zanîn 14 kes ku bi temamî dike 1.352 kes, bi zorê hatine wendakirin.

Tanrıkulu bo ANKA yê got ku Dayîkên Şemiyê 700 hefteye di nav tevgerê de ne û ji ber wê tên darizandin. Bi sedema Tanrıkulu tevgerê destek dike bo wî fezleke hatiye amadekirin.

Tanrıkulu, navê gelek kesan da ku di vê dawiyê de wendane û hinek navan rêz kir. Di nav wan de Gülistan Doku li Dêrsimê, Yusuf Bilge Tunç li Ankara, li Batmanê Mehmet Bal, li Şirnexê ji Keldaniyan Hürmüz Diril û Şimoni Diril, ji Dicleyê Miraç Çiçek, Hüseyin Galip Küçüközyiğit hene.

Wê daxwaznameya Tanrıkulu bê qebûl kirin an na, nayê zanîn.