Pistî betalkirina parlamenteriya wê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin

04 March 2022 17:34 0 dîtin
Pistî betalkirina parlamenteriya wê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin

PeyamaKurd – Piştî ku parêzbendiya parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Semra Guzel ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve hat rakirin, îro 4ê Adarê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, Semra Guzel de lêpirsîn da destpêkirin.

Wêneyên Semra Guzel ên ligel gerîlayekî PKKê yên 8 sal berê dema pêvajoya aştiyê hatibûn girtin, di medya fermî ya Tirkiyê de hatibûn belavkirin û piştre jî fezlekeyên bo rakirina parêzbendiya wê ji parlamentoyê re hatibûn şandin.

Di dengdana 1ê Adara 2022ê de Parlamentoya Tirkiyê ji bilî HDPê bi dengên hemû partiyên Tirkiyê. ji ber du fezlekeyan parêzbendiya Semra Guzel hat rakirinç

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê jî îro 4ê Adara 2022yan derbarê Guzel de bi tohmeta endamtiya PKKê lêpirsîn da destpêkirin ku heger doz bê vekirin dibe ku Semra Guzel piştî îfadedayînê were girtin.

Erdogan ji bo parlamentera HDPê Semra Guzel ferman daye!

Meclisa Tirkiyê parêzbendiya Semra Güzel rakir