AYMê li ser betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglu biryar da: 'Mafê wî hatiye binpêkirin'

01 July 2021 16:46 0 dîtin
AYMê li ser betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglu biryar da: 'Mafê wî hatiye binpêkirin'

PeyamaKurd - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) li ser serlêdana xistina parlamentariya Omer Farûk Gergerlîoglû biryara binpêkirina mafên wî da.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) li ser serlêdana şexsî ya Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin û piştre jî hatibû girtin biryara xwe da.

AYMê di nirxandina dosyeya Gergerlîoglu de, biryar da û ragihand, “mafê hilbijartin û xebatên siyasî” û “mafê azadiya şexsî û ewlehiyê” yê Gergerlîoglu hatiye binpêkirin.

Kurê Gergerlîoglu, Salih Gergerlîoglu li ser medya civakî ragihand, “AYMê derbarê bavê min de biryara binpêkirina mafên wî da. Bavê min tê tehliyekirin.”

Omer Faruk Gergerlîoglu, li ser twîteke ku beriya bibe parlamenter ceza standibû û bi xwendina biryara dadgehê li parlamenê re parlamenteriya wî hatibû betalkirin û piştî demekê jî sepandina cezayê girtîgehê ji mala xwe hatibû girtin.