Rêbiwar Hadî: “Ji bo betalkirina biryarên be’sê karine bas hatine kirin”
PeyamaKurd – Serokê Lijneya Siyasî ya Parlamentoya Iraqê Rêibwar Hadî diyar kiriye ku 49 sal in li ser kurdan zilm û zordarî tê kirin û diyar kir ku biryarên rejîma Be’sê dê bên betalkirin.
Serokê Lijneya Siyasî ya Parlamentoya Iraqê, Rêbiwar Hadî, doh înê (08ê mijdara 2024an) di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihandiye, vegerandina yasaya mal û milkên giştî, vegerandina mafên erebên îthalat li başûr û naverasta Iraqê pêşbînî dike ku ev 49 sal in ji aliyê rejîma be’s ve hatine bindestkirin û erdên wan hatine desteserikin.
Hadî diyar kiriye ku biryara derbarê axên ku ji bo erebên îthalkirî hatine dayîn dê bê betalkirin û got, “Tu pêwendiya wê yasaya ku ji bo vegerandina zeviyên kurdan ên li Kerkûkê tê dayîn, bi tu qanûneke din re nîne. Baş li ser hatiye xebitandin û dê di dema dirêjkirina parlamentoyê de deng li ser bê dayîn. Helwesta kesên ku vê yekê asteng dikin qels e.”
Rêbiwar Hadî derbarê dubare hinartina nefta Kurdistanê de ev daxuyanî daye:
“Di demeke diyarkirî de proje yasaya bûdceyê pêşkêşî Parlamentoyê tê kirin û li ser nirxê berhemanîna petrolê ku dibe heta 16 dolar ji bo her bermîlekê gotûbêjkirin, dê hinartina petrola Kurdistanê ji nû ve were destpêkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin