Dadgehê bi hinceta heqareta li Erdogan 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Demirtas

22 March 2021 19:16 0 dîtin
Dadgehê bi hinceta heqareta li Erdogan 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Demirtas

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demirtaş ku ji so 4ê Mijdara sala 2016an ve hatiye girtin û ji ber daxuyaniyên wî dozên 142 sal ceza lê hatine vekirin, di dozeke li dijî wî hatibû vekirin de, biryar hat dayîn. Dadgeha Mafên Mirovan du caran biryara derhal berdana Demirtaş dabû, lê ew biryar ji aliyê Tirkiyê ve nehatibû bicihanîn.

Danişîna dozeke li ser daxuyaniyeke Demirtaş a sala 2015an îro 22yê Adarê li Dadgeha 46emîn a Asliye Cezayê ya Bakirkoy a Stenbolê birêve çû.

Di danişîna ku Demirtaş bi rêya platforma deng û dîmenî ji girtîgeha Edirneyê beşdarî kir de, dadgehê 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li ser Demirtaş sepand.

Hat ragihandin ku Demirtaş bi hinceta daxuyaniyeke xwe ya sala 2015an ku dema hevserokê HDPê bû hikûmeta AKPê û Serokê Giştî yê AKPê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan rexne kiriye doza heqaretê lê hatibû vekirin û îro ew doz bi cezayê 3 sal û 6 mehan hat encamdan.

Hêjayî gotinê ye, herî dawî Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan ‘DMME’ bang li Tirkiyê kiribû Demirtaş derhal were berdan û piştî wê biryara dawiya sala 2020an jî ji bo Demirtaş neyê berdan cezayekî din li ser wê tê sepandin.