Tûrîsta ereb bi hinceta ku heqaret li Erdogan kiriye hat girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî li navçeya Kuşadasi ya bajarê Aydinê tûrîsteke ereb bi tometa ku heqaret li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kiriye, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Li gorî zanyariyan roja Şemiyê 7ê Gulana 2022an derengiya şevê li Kolana Barbaros Hayrettin tûrîsteke ereb a ji welatê Mexrîb (Fas) bi hinceta heqaret li Erdogan û Tirkiyê kiriye, li ser giliyê hin kesan ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Hêjayî gotinê ye, heta niha bi hezaran welatiyên Kurd û Tirk bi hinceta heqareta li serokomar li gorî yasaya 299 ya hejmar 5327 a destûra bingehîn a Tirkiyê hatibûn girtin û dadgehkirin, lê cara yekem e tûrîstek jî bi wê hincetê li Tirkiyê tê girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin