Komkara Erebî li Riyadê civiya: Erdogan û Esed ketin heman dîmenê
PeyamaKurd - Komkara Erebî ya Îslamî, îro 11ê Mijdarê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civiya. Di civîna Komkara Erebî de, serokên dewletên Erebî beşdarî dikin û biryar e şerê li Lubnan û Xezeyê were gotûbêj kirin.
Tê çaverêkirin biyar bê wergirtin û zext bê kirin da ku sînorek ji operasyonên Îsraîlê re bê danîn.
Di Lutkeya Komkara Erebî de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed jî beşdarî kirin û di heman wêneyî de cî girtin.
Armanca sereke ya civînê ew e ku şerê li Xeze û Lubnanê bê bidawîkirin. Civîn ji aliyê Serokwezîrê Erebistana Sûdî Feysel bin Ferhan û hempîşeyê xwe yê Lubnan û Filistînê tê lidarxistin.
Biryar e piştî lutkeya Erebî reşnivîsa encamnameya civînê ji raya giştî re were ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin