Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Sekreterê Gistî yê Komkara Erebî re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Behreynê bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxêt re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro Şemiyê 20ê Mijdara 2021ê, bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxêt re civiya.
Di civînê de rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û pêwendiyên Komkara Erebî û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya ji bo rûbirûbûna kêşe û astengiyên herêmî hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin