Serokwezîr Barzanî bi sekreterê gistî yê NY Guterres re li Davosê civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema tevlîbûna ‘Forma Aboriyê ya Dinyayê’ li Davosê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk û siyasî dimeşîne.
Di vê çarçovê de Barzanî, ji bo li ser êrîşa Îranê ya ser Herêma Kurdistanê gotûbêjê bike, bi sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî bi Antonio Guterres re civiya.
Antonio Guterres, di hevdîtinê de taziyeyên xwe yên ji bo di êrîşa Îranê ya Erbîlê de can dane, arasteyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mersrûr Barzanî.
Barzanî ragihand ku divê pirsgirêkên navbera hukumeta federal û hukumeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrê şareser bibin û rewşa li Iraqê gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de Barzanî û Guterres bûn hemfikir ku divê rêz desthilata Iraqê bêgirtin û xelkê sîvîl nebe hedefa êrîşan û êrîşa ser sîvîlan, rêyekî rewa nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin