Îtîlaf û Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê bi Sekreterê Gistî yê Komkara Erebî re civiyan
PeyamaKurd – Şanda hevbeş a Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û Desteya Danûstandkar li Amerîka bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt re civiya û li ser rewşa Sûriyê û mafên pêkhateyan gotûbêj kirin.
Şandeke hevbeş a Îtîlaf û Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê, ji bo beşdarî civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî bibe li New Yorkê ye û do bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt re civiya.
Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdulhekîm Beşar, ku yek ji endamên şanda Îtîlafê ye diyar kir, şanda Îtîlafê di civînê de li ser pêvajoya siyasî ya rawestiyayî li Sûriyê, êş û azara gelê Sûriyê di her warî de, koçberkirin û pirsa girtiyan axivî û daxwaza piştevaniya Komkara Erebî kir, ji bo pêvajoya siyasî bi pêş bixe.
Herwiha eşkere kir, şanda Îtîlafê ronahî xist ser proseya şîekirin û guhertina demografî li Sûriyê û da zanîn, ev her du prose wê li ser pêşeroja Sûriyê metirsî be, heta ku proseya siyasî bi ser bikeve jî.
Di berdewamiyê de da zanîn: “Şanda Îtîlafê tekezî li ser Sûriyeyeke demokratîk kir, ku tê de mafên hemû pêkhateyên wê ji Ereb, Kurd, Siryan, Aşûrî û Tirkmenan parastî bin.”
Beşar destnîşan kir, Sekreterê Komkara Erebî tekez kir ku ew Sûriyê wek dewleteke niştimanî ne tenê ji bo Ereban dixwazin û ew bi mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din re.
Cîgirê Serokê Îtîlafê diyar kir: “Ehmed Ebû El-Xeyt amaje kir ku dosyeya Sûriyê gelekî aloz bûye û ew niha girêdayî lihevkirina Amerîkî û Rûsî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin