Opozîsyona Sûriyê li Hewlêrê civiya: Cîhan êdî guh nade me!
PeyamaKurd - Desteya Danûstankar a Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê û Opozisyona Sûrîyê, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê civîneke şêwrê li dar xist.
Di civîna ku nûnerên Enûcemena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û yên civaka sivîl beşdar bûn de, geşedanên dawî yên li Sûriyê hatin gotûbêj kirin.
Serokê Desteya Opozisyonê Dr. Bedir Camûs di civînê de diyar kir, Desteya Danûstankar li gorî belgeya kongreya Riyadê kar dike û got, ji ber nebûna çareseriyê û pêşhateyên germ li cîhanê guhdana doseya Sûrî kêm bûye.
Bedir Camûs, weke tekane rêya çareseriya siyasî ya rewşa Sûriyê biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist û da zanîn, hemû Sûriyan li ser vê yekê li hev kiriye.
Ev hevdîtin xelekek ji zincîrek hevdîtinên bû, ku desteyê li hejmarek welat li gel aliyên siyasî û nûnerên civaka sivîl ji bo gengeşekirina rewşa Sûrî li dar xistibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin