Sanda opozîsyona Sûriyê bi xelkê Efrînê re civiya

26 November 2023 10:51 0 dîtin
Sanda opozîsyona Sûriyê bi xelkê Efrînê re civiya

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandeke Îtilafa Opozîsyona Sûriyeyê bi xelk, rûspî û komeleyên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê re civiya û civîna xwe ya Desteya Giştî jî li bajarê Efrînê li dar xist.

Li gorî zanyariyan, di civînê de rewşa siyasî ya li Efrînê hate gotûbêjkirin û piştî civîna desteyê şandeke bi serokatiya Hadî Elbehra li Helebê civînek li gel xelk, rûspî û komeleyên devera Efrînê li dar xist.

Hate diyarkirin Îtilafa Sûriyê ji endamên Îtilafê Elî Îsa, Azad Osman, Mihemed Şêx Reşîd, Behcet Eletasî, Atif Zirêk û Esed Elîto pêk hatibû û bi xelkê Efrînê re rewşa deverê û pêdiviyên wê û astengiyên li ber jiyana xelkê hatin gotûbêjkirin.

Hate ragihandin ku nûnerê Hikûmeta Demkî û Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Îtilafê Ebdilhekîm Elmisrî jî beşdarî hevdîtinê bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye bajarê Efrînê ji sala 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagirkirin û ji aliyê wan ve tê birêvebirin.