Li Efrînê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê 2 kes revandin
PeyamaKurd – Li Efrînê, çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 2 kesên sivîl revandin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê belav kir, welatiyê bi navê Elî Mîrza Cafer yê ji gundê Şadêrê, ji roja 29ê Hezîranê ve di navbera gundê Celemê û Til Silorê de winda bûye û çarenivîsa wî ne diyar e û tê pêşbînîkirin ji aliyê komên çekdar ve hatibe revandin.
Rêxistinê Mafên Mirovan diyar kir, çekdarên koma Polîsa Leşkerî roja 28ê Hezîranê parêzer Reşîd Kekec ku endamê Komeleya Kurdên Serbixwe ye ji gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin