Li Efrînê, xelkê dest bi xwepêsandanê kir
PeyamaKurd- Ji aliyê çavkaniyên Rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê ve hat ragihandin ku li bajarokê Raco yê herêma Efrînê, bi dehan kes ji ber qutbûna avê, kêmbûna hejmar û kalîteya nan û rewşa nebaş a xizmetguzariyan, daketin kolanan.
Di agahiyên çavkaniyan de hat diyarkirin ku duh li bajarokê Raco yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin venêrîna artêşa Tirk û komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê de ye, xelk daketiye kolanan û nerazîbûn nîşan daye.
Hat eşkerekirin ku xwepêşanderan daxwaza başkirina rewşa nan û avê û xizmetguzariyan kiriye û li dijî encûmena xwecihî û rayedarên herêmê dirûşimên nerazîbûnê berz kirine.
3 meh in qeyran dewam dike
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin, ji 3 mehan zêdetir e ku xelkê herêmên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin venêrîna hêzên Tirk û hêzên ser bi Tirkiyeyê de ne, nerazîbûn nîşan dide lewra di xizetguzariyan de alozî derdikevin û li ser kêmkirina av û elektrîkê, pirsgirêkên dijwar tên jiyandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin