Grûbên bi ser Tirkiyê li Efrînê dest datînin ser malê xelkê
PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê li Şiyê grûbên çekdar yên bi ser Tirkiyê dest danîn ser zeytûnên Kurdekî ku ji darên xwe çinîbû. Li gor ragihandina Komela Mafên Mirovan ya Efrînê; grûba bi ser Tirkiyê ya bi navê Emşatê, do li Şiyê li gundê Erendê dest daniye ser berhemên ku ji 400 darên zeytûnan hatine çandin.
Li gor rêxistinê; kesên çekdar zeytûnên kesê bi navê Henîf Mistkêlo ku zeytûnên wî nêzî gundê Erendê bû, yaxma kirine û dest danîne ser. Berê jî li heman deverê heman grûba çekdar malê xelkê talan kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin