Grûbên di bin fermana Tirkiyê de, li Efrînê 2 jinan revandin
PeyamaKurd – Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR ragihand ku grûbên bi ser Tirkiyê ve, li Efrînê 2 jinên din revandin. Bûyer li gundê Birimce bûye û 2 jinên bi navên Mizgin Muhammed (28) û Suzan Fazil (33) hatine revandin.
Grûba jinan revandiye, nehiştiye ku jin bi zilamên xwe re biaxifin an hev bibînin. Ji roja Efrîn ketiye bin destê grûbên bi ser Tirkiyê û Tirkiyê, gelek caran karên revandinan çêdibin, wan dikujin û ji malbatên wan pere distînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin