Li Efrînê bi pistevaniya Tirkiyê ‘Gundê Medîne’ tê avakirin

20 August 2024 17:57 0 dîtin
Li Efrînê bi pistevaniya Tirkiyê ‘Gundê Medîne’ tê avakirin

PeyamaKurd – Ji sala 2018an dema dagirkirina Efrînê ve guhertina demografîk a herêmê bi hevkariya Tirkiye û çend welatên hevkarên wan û opozîsyona Sûriyê didome. Heta niha gelek komelgehên niştecihbûnê yên bi hevkariya Tirkiye û Qetarê hatibûn avakirin.

Herî dawî jî çavkaniyên herêmê radigihînin ku li navçeya Şeran a herêma Efrînê jî 84 xanî bi desteka Tirkiyê têne avakirin.

Hate ragihandin ku Komela Îslamî ya Pakistanê bi hevkariya Tirkiyê, di bin navê (Gundê Medîne) de dê li wan xaniyên bên avakirin bi cih bibin.

Li aliyê din binpêkirin û kiryarên li dijî xelkê herêma Efrînê jî bi destê komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike berdewam dikin.

Herî dawî serokê koma El-Emşat Ebû Emşa, li bajarê Cindirêsê baca 300 dolaran li ser her dikanekê û 100 dolar jî li ser xwediyên xaniyan ferz kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di heyama borî de wê komê zêdetirî 15 milyon dolar ji xwediyên darên zeytûnan kom kiriye ku rojane binpêkirinên li dijî welatiyên Kurd jî berdewam dikin.

PeyamaKurd / Efrîn