Amerîka: Grûbên bi ser Îranê li hemberê Tirkiyê PKK ê destek dikin
PeyamaKurd – Ajansa Îstîxbaratê ya Parastinê ya Amerîkayê (DIA) ji bo sermufetişiya Pentagonê ragihand ku li Iraqê grûbên bi desteka Îranê bi PKK ê re hevkarî dikin û her wext êrîşê baregehên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê dikin. Sermufetişiya Pentagonê jî rapora xwe ya li ser Iraqê û Îranê ya dewra îsal ya heya meha adarê pêşkêşî kongreyê kir. Di raporê de li ser PKK ê hûrahiya mijaran heye.
Mîlîsên bi desteka Îranê, ji bo hinek welatên Kendavê bixin hedefa xwe, bi hevkarên din yên Îranê re destekê dane, di meha sibatê de grûbekî ku navenda wê Iraqe, berpirsiyariya êrîşekî ser Abû Dabiyê xistiye aliyê xwe. Di raporê de li ser PKK ê weha hatiye gotin:
“Mîlîsen bi desteka Îranê li Iraq û Sûriyê êrîşên xwe yên ser Tirka zêde kirin. DIA ji bo bersivên Tirkiyê yên ser PKK ê yên ji hewa û bi dronan bide, bi PKK ê re bi koordîne dixebitin. Mîlîsên navborî li hember tevgerên Tirkiyê bêhtir dengê xwe bilind kirine, li ser baregehên Tirkiyê yên li Iraqê û Sûriyê bi roketan êrîşan dane destpêkirin. Di meha sibatê de, piştî êrîşên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê yên ser PKK ê, grûbekî mîlîs yê bi ser Îranê ve, bi Îranê re di nav hevkariyê de, li bakûrê Mûsilê bi roketan êrîş biriye ser baregeha Tirkiyê.”
Di raporê de hat gotin ku sedema êrîşên ser artêşa Tirkiyê ew e ku ji bo Tirkiye dev ji operasyonên ser PKK ê berde. YNK a ku rikberiya PDK ê dike, pêweniyên wê bi Îranê û PKK ê re heye û têkiliya PKK ê bi Haşdî Şabî re jî heye.
Bi salaye ku Tirkiye li hemberê PKK ê ji hewa û bejayiyê de bi dronan li hedefên ku rêvebirên PKK ê tê ne dixe û Tirkiye stratejyekî weha dişopîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin