Amerîkayê ji bo gemiya Îranê bertek nîsanî Tirkiyê da
PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîkayê, John Bolton bertek nîşanî Tirkiyê da ku keştiya destûr daye keştiya Îranê ya li Cebelîtariqê hatibû serbest berdan bikeve peravên Tirkiyê.
Rêveberiya Cebelîtarîqê ya girêdayî Brîtanyayê du hefte berê keştiya tankêra petrolê ya Îranê bi hinceta dorpêçên bazirganî yên Amerîkayê desteserser kiribû û ligel nerazîbûna rêveberiya Amerîkayê jî ew bi biryara dadgehê serbest berdabû.
Piştre keştiya bi navê Grace 1 derbasî Yunanistanê bûbû, navê xwe guhertibû û berê xwe dabû perava Mersîn a Tirkiyê.
Bolton li ser vê yekê daxuyanî da û got: “Pêwist bû Tirkiyê rê nedaba gemîya Îranê ku bi rêyên ne yasayî bi rê ketiye, biketiba peravên wan.”
Bolton diyar kir, gemiya Îranê bi rêyên qaçax derbasî bazarê bûye û Pêwist bûTirkiyê rê nedaba wê gemîya Îranê.
Amerîkayê beriya niha ragihandibû ku ew alîyên alîkarîya wê gemiyê bikin, dê rastî sizayan bên.
Hikûmeta Tehranê jî ragihand ku keştiya Îranê ku navê xwe kiribû Adrian Darya piştî firotina petrola xwe ji peravên Tirkiyê derketiye û berê xwe daye devereke din.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin