Îranê, bertek nîsanî daxuyaniya Amerîkayê da
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî, bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken da û da zanîn ku divê Amerîka ji berpirsyariyên xwe yên navneteweyî haydar be û li ser encamên siyasî yên “daxuyaniyên berhevdaniyê” zêdetir bifikire.
Nasir Kenanî, bertek nîşanî daxuyaniya Blinken a ku gotibû, "Ji bo Îran nebe xwedî çekên nukleerî, her bijarde li ser maseyê ye” da û destnîşan kir ku divê Amerîka bi berpirsiyariyên qanûnî û navneteweyî yên ku dê "daxuyaniyên gefxwir" ên li hember Îranê derxe holê zanibe û divê zêdetir li ser encamên siyasî yên van "daxuyaniyên berhevdaniyê " bifikire.
"Amerîka baş dizane ku Îranê bersiveke poşmankirinê daye êrîşkaran"
Berdevkê wezaretê eşkere kir ku Îranê gelek caran gotiye xebatên wê yên nukleerî aştiyane ne û got, "Raportên dubare yên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî vê yekê piştrast dikin. Di doktrîna ewlehiya neteweyî ya Îranê de cihê bidestxistina çekên nukleerî tuneye."
Kenanî tekez kir ku welatê wî rêgiriyê li pêşkeftinên zanistî û teknolojiyê ya di warê navokî de nake û wekî welatekî endam di lihevkirina Navokî de ew dê her gavekê ji bo geşepêdana wê li ser bingeha mafên xwe bihavêjin.
Nasir Kenanî da zanîn ku Îran li dijî ax û berjewendiyên xwe tehemûlê gef û êrîşên herî biçûk jî nake û got, "Hikûmeta Amerîkayê baş dizane ku Îranê bi tundî bersiva poşmankirinê da êrîşkaran."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin