Amerîka li hemberê Îranê li Buhira Hurmizê balafirên F-16an bicîh dike

15 July 2023 20:06 0 dîtin
Amerîka li hemberê Îranê li Buhira Hurmizê balafirên F-16an bicîh dike

PeyamaKurd – Di asta bilind ya Pentagonê de kesekî nexwestiye navê wî bêgotin ragihandiye ku ji ber Îran li derdora Buhira Hurmizê mudaxele bi keştiyên bazirganî dike, wê li dora Buhira Hurmizê balafirên şer yên F-16an bicîh bike. Bicîhkirina balafiran wê hêza heyî ya balafirên F-10an ku niha li wê derê ne, xwurt bike.

Wê F-16 ji bo keştiyên ku di Buhira Hurmizê de derbas dibin, bibe parastina hewayî û bi vî awayî wê karibin nehêlin Îran mudaxele bi keştiyan bike. Hem wê dîtina hêzên Amerîlayê li herêmê xwurttir xwuya bike.

Rêvebirê Pentagonê her weha ragihandiye ku Rûsya hêzên xwe yên li esmanê Sûriyê zêde kiriye û ji bo wê jî gelek bijarte li ser masê ne. Wê balafirên Amerîkayê li rojavayê Sûriyê di çarçoveya operasyonên li hemberê IŞİDê de, firên xwe dewam bikin.