Zor giha Îranê: “Dibe em Buhira Hurmizê bigrin”
PeyamaKurd- Fermandarê hêzên deryayî yê Îranê yê bi ser Parazvanên Şoreşa Îranê General Alî Reza Tangsiri ragihand ku eger nehêlin Buhira Hurmizê bikarbînin an astengiyê tê de peyda bikin, dinyayê belkî Amerîkayê bi girtina Buhira Hurmizê tehdîd kir. Tangsiri weha got:
“Li hemberê her tehdîdê, em ê xwe biparêzin.”
Generalê Îranî li dijî ku Amerîka wan xistiye lîsteya terorê bertek nîşan da û got ku ew ne tenê hêzeka leşkerî ne. Tangsiri weha dewam kir:
"Parêzvanên şoreşê bo pêşdeçûna Îranê xwediyê her rolê ye. Dorpêça ku Amerîka daniye ser me, her roj me bêhtir xurt dike.”
Berdevkê Pentagonê Bill Urban berê ragihandibû; ger Îran Buhira Hurmizê bigre, ew amade ne ku bazirganiya herêmê ya petrolê biparêzin û hêza leşkerî bikarbînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin