Hamas destekê da xelkê Sûriyê: Em têkosîn û serkeftina xelkê Sûriyê pîroz dikin
PeyamaKurd – Tevgera Hamasê piştî roxandina rejîma Sûriyê, xelkê Sûriyê pîroz kir. Hamasê roxandina rejîmê weka pêngavekî mezin di pêvajoya rizgariya xelkê de nirxand. Hamasê di daxwuyaniya xwe de got:
“Têkoşîna ku xelkê Sûriyê ji bo bigihê azadiya xwe, serkeftina ku kir, em pîroz dikim. Tevgera roxandina rejîmê ji bo xelkê din yê herêmê wekî îlhamekiye. Roxandina rejîma Baasê di têkoşîna xelkê herêmê de, bûye remzekî. Em li îrada xelê Sûriyê û tercîhên siyasî rêz digrin.
Em wekî Hamas û xelkê Fîlîstînê, bi xelkê mezin yê Sûriyê re ne. Em ji yekîtiya Sûriyê, yekîtiya axê, îrada xelkê Sûriyê û serxwebûna wê re rêz digrin.
Em li hemberê planên Siyonîst yê Îsraîliyan e ku li hemberê xelkê Sûriyê dikin û êrîşê axa Sûriyê dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin