Opozîsyona Sûriyê 8ê Kanûnê wekî Cejna Netewî ragihand
PeyamaKurd – Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê (Îtilaf) rûxandina rêjîma Beşar Esed li gelê Sûriyeyê pîroz kir û ragihand, ew ê di karên xwe de berdewam bin, ji bo gihîştina bi Sûriyayeke azad, demokrat û piralî.
Îtilafê îro Yekşemê 8ê Kanûnê peyameke pîrozbahiya hilweşandina rejîma Esed belav kir û got, “Îtîlaf pîrozbahiyê li gelê Sûriyeyê bi hemû kur û keçên wî dike, ji bo rizgarkirina Sûriyeyê ji rêjîma Esed ya tawankar, ku piştî 14 salan ji şerê aştiyane û çekdarî, ji hawar û guleyan, ji bo azadî, rûmet, demokrasî, dadmendî û jiyana bi rûmet pêk hat.”
Îtîlafê, Rojav 8ê Kanûnê wekî roja cejneke niştimanî li Sûriyeyê ragihand û got: “ji ber ku ew roja serkeftina şehîdan û qurbaniyan e, roja serkeftina girtiyan, awareyan û bindestan e. Roja serkeftina rastî û dadperweriya li hember tawanan û neheqiyê ye.”
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şoreşa Sûriyeyê ya mezin, zilm û zordariya bi dehan salan şikand, ji bo Sûriyeya mezin zayineke nû afirand û îro ji qonaxa têkoşîna ji bo rûxandina rêjîma Esed, derbasî têkoşîna avakirina Sûriyeyê dibe.”
Îtîlaf diyar kir: “Em bang li gelê xwe li hemû parêzgehên Sûriyeyê dikin ku pir hişyar bin, mal û milkên giştî, avahî û dezgehên curbicur biparêzin, ji ber ku ew yên xelkê ne û ne yên rêjîma Beşar Esed a terorîst in.”
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji civaka navdewletî re tekezî li ser karê xwe yê berdewam dike, ji bo bidawîkirina proseya veguhestina desthilatê bo Desteya Rêveberiya Veguhêz bi hemû desthilatên cîbicîkar, ji bo gihîştina bi Sûriyayeke azad, demokratîk û piralî.
Îtîlafê di daxuyaniya xwe de got jî: “Em tekeziyê li ser aramî û ewlehiya welatên cîran û destêwernedana Sûriyan di welatên cîran de dikin û li hêviya avakirina hevkariyên stratejîk bi welatên navçeyê û cîhanê re ne, bi armanca avakirina Sûriyayeke nû, ji bo hemû gelê wê bi hemû netewe, ol û mezheban ve.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin