Erdogan: Me bazar bi Sinan Ogan re nekiriye!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û namzedê Tifaqa Cumhur ê serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, bersiva nîqaşên ku namzedê serokomariyê Sînan Ogan piştî bazaran piştgiriya xwe ji bo gera duyem jê re ragihandiye, da.
Erdogan di weşana zindî ya TRTê de li ser mijarê got ku ligel Ogan li ser babetên penaberan û ewlekariyê axivî ne û daxwaza wî ya damezrandina Wezareta Afatan jî ew dê binirxînin.
Erdogan li ser nîqaşên ku bazar ji bo piştgiriya wî bistîne hatine kirin jî diyar kir, “Bi Sinan Beg di navbera me de bazarî çênebû. Opozîsyon li ser van tiştên spekulatîf dikev lêgerînan. Daxwaziyeke wiha çênebû.”
Erdogan herwiha zimanê hevrikê xwe yê serokomariyê Kemal Kilicdaroglu yê çend rojên dawî jî ku ji bo wergirtina dengên Sînan Ogan mijara vegerandina penaberan û ewlekariyê derdixe pêş jî wekî zimanê nasyonal sosyalîstan pênase kir.
Sînan Ogan piştgiriya xwe bo Erdogan ragihand: Me HDP ji rola kilît derxist!

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin