Erdogan: We DAIS tune nekiriye, em ji Girê Spî û Serêkaniyê dernakevin

05 December 2019 18:19 0 dîtin
Erdogan: We DAIS tune nekiriye, em ji Girê Spî û Serêkaniyê dernakevin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê lutkeya NATOyê û mijarên rojevê de daxuyanî dan.

Erdogan behsa civîna çar alî ya Sûriyê ligel Almanya, Brîtanya û Fransayê kir û got ku ji wan pirsan dikin dibêjin, çima hûn ketin nav erda Sûriyê (Rojava) û da xuyakirin ku ti mafê wan nîne wan pirsan ji wan bikin, çimkî welatê hevsînorê 911 km ne ew in, Tirkiye ye û mafê Tirkiyê heye sînorên xwe biparêze. Erdogan herwiha da xuyakirin ku dê civîna her çar welatan a li ser mijara Sûriyê ya dahatû jî li Stenbolê were sazkirin.

Erdogan li ser dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê jî got, “Gelekî zelal dibêjim. Girê Spî û Serêkaniyê ku 120 km ye û kûrahî jî 32 km ye, em heta li wir aştiyê pêk neyînin ne mimkun e em jê derkevin. Ewlekarî jî di bin berpirsiyartiya me de ye. Me berê jî gotibû, werin em bi hev re ewlekariyê dabîn bikin û dijî DAIŞê û rêxistinên din ên terorê têkoşînê bidin.”

Erdogan herwiha diyar kir ku wî ji wan re xemgîniya xwe ya bo hevkariya YPG-PYDê ya hevpeymanan aniye ziman û wiha axivî:

“Dibêjin me bi wan re DAIŞ tune kir. Li qisûrê nenêrin, we DAIŞ tune nekiriye. DAIŞ dîsa li cihê xwe ye. Em bi îsbat dipeyivin. Beriya niha li Babê me 3 hezar DAIŞî bêbandar kirin. Bi operasyona Şaxa Zeytûnê jî me ew bêbandor kirin. Li girtîgehên me hene. Hê jî em wan digirin û 7 zêdetirî DAIŞî hatin desteserkirin. Niha jî em wan dişînin welatên wan. Deriyê me jî ji yên werin re girtî ne.”