Bahçeli: Pirsgirêka Kurd tune ye, wê ti carî nebe jî!
PeyamaKurd – Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli ku hefteya borî bang li Abdullah Ocalan kiribû ku li parlamentoyê biaxive û hilweşîna PKKê ragihîne, di peyama pîrozkirina Cejna Komara Tirkiyê ya 29ê Cotmehê de daxuyaniyên balkêş dan.
Bahçelî, di peyama xwe de ragihand, “Pirsgirêkeke Komara Tirkiyê bi navê pirsa Kurd tune ye, wê qet nebe jî. Pirsgirêk hebûna terora dabeşkar e. Wê koka wê jî miheqeq bê qelandin.”
Di berdewamê de jî Bahçelî, êrîşa saziya TUSAŞ a Enqereyê bibîr xist û got, heta rêxistina terorê ya ku 5 birayên me şehîd kir, destê xwe ji hêzên derve û gerdunî yên wê kontrol dikin nekişîne û teror û dabeşkarî hişê netewî neyê avêtin, çareseriyek ne mimkun e.
Dawiyê jî Bahçelî Cejna Komara Tirk a 29ê Cotmehê ku 101 saliya wê ye pîroz kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin