Bahçeli: Kurdistan tune ye, kes ji me zêdetir ji birayên Kurd…

24 March 2019 18:38 0 dîtin
Bahçeli: Kurdistan tune ye, kes ji me zêdetir ji birayên Kurd…

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçeli ku bi dijayetiya mafên gelê Kurd tê naskirin, di mîtinga ligel AKPê ya Stenbolê axivî û dîsa dengên Kurdan xwest.

Bahçelî di mîtingê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê dengên Kurdan xwest û got, “Bila ti kes li ser 3 milyon Kurdên Stenbolê yên bi şeref planan neke. Ez bang li birayên ku dengê xwe didin CHPê dikim, di vê Kiliçdarogluyê de xêr nîne. Bang li birayên xwe yên esil kurd dikim. Ti kes ji me bêhtir ji we hez nake. Amerîka nikare we ji me zêdetir hez bike.”

Hêjayî gotinê ye, Bahçelî ti carî hebûna Kurdistanê qebûl nake, lê dîsa jî dengên Kurdan dixwaze.