Li Rojavayê Kurdistanê krîza ard: Firneyan karê xwe rawestand

30 January 2022 19:56 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê krîza ard: Firneyan karê xwe rawestand

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê gelek firneyan ji ber peydenekirina ard karê xwe rawestand.

Li gorî zanyariyan li Rojavayê Kurdistanê 5 roj in Rêveberiya Xweser ard li firneyan dabeş nekiriye ku jê re dibêjin firneyên nîv otomatîkî. 

Rêveberiya Xweser eşkere kiriye ku ji ber kêmbûna berhemê genim pirsgirêka peydekirina ard derketiye. 

Beriya niha jî Rêveberiya Xweser ragihandibû ku pêdiviya wan a salane bi  700 hezar ton genim heye, lê ji ber hişkesaliyê berhemê genim kêm e, ji ber wê ew neçar in ku %20 ardê garis bidin firneyan ji bo çêkirina nan.

Li aliyê din ev demek e li Rojavayê Kurdistanê krîza mazotê derketiye. Hem mazota germkirinê û hem jî mazota mekîne û pîşesaziyê û hem jî mazota otomobîlan gelekî biha bûye. Rêveberiya Xweser jî daye xuyakirin ku wan ti biryar ji bo buhabûna mazotê nedaye, mazota biha bi awayekî ne fermî tê firotin.