Nivîskarê Tirk | Tirkiyê plana êrîsa ser Rojavayê Kurdistanê temam kiriye

10 December 2018 16:01 0 dîtin
Nivîskarê Tirk | Tirkiyê plana êrîsa ser Rojavayê Kurdistanê temam kiriye

PeyamaKurd - Nivîskarê tirk Mehmet Acet ku di rojnameya Yenîşafakê de dinivîse, di quncikê xwe yê îro 10ê Kanûna 2018an de, nivîsek li ser plana operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Mehmed Acet dibêje, Tirkiyê plana operasyonê temam kiriye û li gor çavkaniyên wî, dê li ser xalên YPGê yên sînorî operasyonên nûqteyî werin kirin ku 150 hedef niha hatine diyarkirin.

Herwiha di nivîsê de tê gotin, hevdîtina ligel nûnerê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey ji vê operasyonê re nabe asteng û dê saziyên pêwendîdar ên dewletê guh nedin daxwazên Amerîkayê.

Nivîskarê tirk bi zarê fermandarekî malnişîn dibêje, di vê mijarê de, gelek guftûgo li civînên Lijneya Ewlekariya Milî ya Tirkiyê têne kirin û nêrîna ku gefên Amerîkayê piştguh bikin û bikevin tevgerê heye.