"Tê çaverêkirin ku îro asîmanê herêma erdhejê toz bigre"

06 May 2023 11:17 0 dîtin
"Tê çaverêkirin ku îro asîmanê herêma erdhejê toz bigre"

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê çaverêkirin ku îro asîmanê herêma erdhejê toz bigre.

Li gor tesbîtên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) li Mêrdîn û Batmanê tê payîn ku barana bi navber bibare.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku li derdora Dêrsimê li herêmê baran zêde be.

Li gor daxuyaniya ji MGMê hat dayîn, "Li Herêma Rojhilatê Behra Spî û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tê payîn ku ji ber barîna tozê dîtinê kêm bibe." Pêdivî ye ku meriv li hember neyînîyên wekî kêmbûna kalîteya hewayê baldar û hişyar be.

Herwiha ji bo parêzgehên li herêma erdhejê hişyariya dem dem baran û birûskê hat dayîn.