Li Herêma Erdhejê bobelat: Kesekî can da, 34 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarên herêma erdhejên 6ê Sibatê yên Bakurê Kurdistanê îro 20ê Nîsanê, ji ber bobelata bahozê û barana xurt kesekî can da û 34 kes jî birîndar bûn.
Li bajarên ku mexdûrên erdhejê di nav konan de dimînin, konên wan bi ser wan de hatin xwar û li hin deveran jî avahiyên xisardîtî bi ser konên nêzîkî avahiyan de ketin.
Li gorî zanyariyan li navçeya Bazarcix a Mereşê ji ber bandora bayê tund konên mexdûrên erdhejê firiyan.
Di konekî ku avahîya xisardîtî bi ser de hate xwar jî kesekî jiyana xwe ji dest da.
Herwiha li gorî agahiyan li bajarên Diyarbekir û Semsûrê jî bandoreke zêde ya bobelatê çêbûye û li hin deveran lehî rabûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin