Li herêma erdhejê hejmara hilbijêran guherî

19 April 2023 12:00 0 dîtin
Li herêma erdhejê hejmara hilbijêran guherî

PeyamaKurd – Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di 14ê Gulanê de 60 milyon û 697 hezar û 845 hilbijêrên navxweyî wê di 191 hezar û 910 sindoqan de dengên xwe bidin.

Li gorî hilbijartinên herêmî yên sala 2019an, hilbijartinên dawî yên li 11 parêzgehan li herêma erdhejê pêk hatin, hejmara dengdêran guherî.

Li gorî îstatîstîkên YSKê yên ku rojnameya Hurriyetê bi dest xistine, ji 11 parêzgehên herêma erdhejê li 7 parêzgehên zêde bûne û li 4 parêzgehên wan kêm bûne.

Li 11 parêzgehan li herêma erdhejê ku di sala 2019an da 8 milyon û 563 hezar û 410 hilbijêran hilbijêran derket 8 milyon û 993 hezar û 349an. Bi vî rengî li gorî hilbijartinên herêmî yên sala 2019an di hejmara dengdêrên herêma erdhejê de ji sedî 5 guhertin çêbû.

Bajarên ku hejmara hilbijêran kêm dibe

1- Meletî: Hejmara hilbijêrên Meletiyê ku di hilbijartinên herêmî yên 2019an de bû 561 hezar û 708, daket 530 hezar û 714 kesan.

2- Mereş: Hejmara hilbijêran di sala 2019an de 754 hezar û 604 hilbijêran daket 753 hezar û 287an.

3- Hatay: Li Hatayê ku yek ji parêzgehên ku ji ber erdhejê herî zêde wêran bûye, hejmara hilbijêran ku di sala 2019an de milyonek û 67 hezar û 817 hilbijêran, daketiye milyonek û 62 hezar û 40 kesan. Li Hatayê hejmara hilbijêran 5 hezar û 777 kêm bû.

4- Semsûr: Hejmara hilbijêrên Semsûrê ku di sala 2019an de 405 hezar û 579 hilbijêran daket 6 hezar û 454an.

Bajarên ku hejmara hilbijêran zêde ye

1-Riha: Hejmara hilbijêran ku di sala 2019an de milyonek û 93 hezar û 515 hilbijêran bû, derket milyonek û 219 hezar û 445an.

2- Dîlok: Hejmara hilbijêran ku di sala 2019an de milyonek û 227 hezar û 455 hilbijêran bû, derket milyonek û 358 hezar û 832 kesan.

3-Diyarbekir: Li Diyarbekirê hejmara hilbijêran ku di sala 2019an de milyonek û 48 hezar û 250 hilbijêr bû, derket milyonek û 143 hezar û 887 kesan.

4- Kîlîs: Hejmara hilbijêrên Kîlîsê ku di sala 2019an de 87 hezar û 320 hilbijêr bû, derket 96 hezar û 925an.

5-Osmaniye: Hejmara hilbijêrên Osmaniyeyê ku di sala 2019an de 362 hezar û 759 hilbijêr bû, derket 385 hezar û 998an.

6-Edeneyê: Li Edeneyê ku di sala 2019an de milyonek û 535 hezar û 332 hilbijêr hebûn, hejmara hilbijêran derket milyonek û 612 hezar û 680î.

7- Elezîz: Li Elezîzê ku di sala 2019an de 419 hezar û 71 hilbijêr hebûn, hejmara hilbijêran derket 430 hezar û 416an.