Hejmara mirovên ji herêma erdhejê koç kirin 2 mîlyon derbas kir

02 March 2023 12:33 0 dîtin
Hejmara mirovên ji herêma erdhejê koç kirin 2 mîlyon derbas kir

PeyamaKurd – Piştî erdhejê ji Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê xebatên valakirinê destpê kirin.

Piştî erdhejê hejmara mexdûrên karesatê yên ku ji herêma ku nifûsa wê nêzî 13,5 milyon e koçî parêzgehên din kirin 2 milyon derbas kir.

Piştî erdhejê ji Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê xebatên valakirinê destpê kirin.

Li gor nûçeya rojnameya Milliyetê hejmara kesên ku hatine tehliyekirin û kesên ku bi rêya serlêdana qeymeqamtî û qeymeqamtiya parêzgehên ku bi derfetên xwe çûne milyonek û 971 hezar û 589 kes bûne.

Tê nirxandin ku ev hejmar bi kesên ku qeyda xwe nenivîsine, 2 mîlyonan derbas dike.

Piştî du erdhejên mezin, 11 hezar 20 erdhejên dimdar qewimîn ku hinek ji wan bûne sedema mirinan û hilweşîna avahiyan.

AFADê ragihand, piştî erdheja yekem a 6ê Sibatê 76 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya danê êvarê de piştî erdheja duyemîn a ku di heman rojê de pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane hezar û 651 e. Di erdheja 1ê Adarê de 45 hezar û 89 kes mirin.

Li herêma erdhejê bi danîna 358 hezar û 37 konan, li 11 parêzgehan li 332 xalan bajarên kon hatin çêkirin. Li aliyê din li 10 parêzgehan û 162 noqteyan xebatên danîna bajarê konteyniran berdewam dikin.

Dema sazkirina 8 hezar û 476 konteyniran bi dawî bûye, tê plankirin ku zêdetirî 100 hezar konteynir werin danîn.

Li herêma felaketê û li derveyî qada felaketê; Hejmara kesên ku di kon, konteyniran, wargehên xwendekaran, otêl, mêvanxaneyên gel, tesîsên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî û tesîsên din de cih girtine milyonek û 915 hezar û 687 kes e.

28 welatan li herêmê 30 nexweşxaneyên meydanî ava kirin. Ji roja duşemê pê ve 130 hezar û 785 kon, 1168 konteynirên jiyanê û 1676 yekîneyên paqijiyê yên gerok hatin birin.

Di çarçoveya alîkariyên cureyî de milyonek û 602 hezar û 270 betanî, 226 hezar û 451 kîsikên razanê, 83 hezar û 844 nivîn, 29 hezar û 266 jenerator, 6 hezar û 312 ton cil û berg, 3 hezar û 476 ton melzemeyên paqijiyê û 5 hezar û 981 ton erzaq gihişte Tirkiyê.

Zêdetirî 10 hezar konteynerên ku ji Qatarê derdikevin bi rêya behrê tên.