Li hinek deverên Herêma Kurdistanê du erdhejên cuda hatin hîskirin
PeyamaKurd - Li hinek deverên Herêma Kurdistanê du erdhejên cuda hatin hîskirin.
Li hinek deverên Herêma Kurdistanê du erdhejên cuda hatin hîskirin.
Pisporê hewanasî û erdhejê Sîrwan Salih ji K24ê re ragihandiye, du erdhejên cuda bi navenda wan Kelar û Xaneqînê rû dane.
Herwiha Salih amaje bi wê yekê jî kiriye, yekem erdhej di navbera Kelar û Xaneqînê de çêbûye, Salih diyar kir ku navenda erdhejê gundê Darexurma bûye.
Salih eşkere kiriye, erdhej bi mezinahiya 3,8 pileyên rîxterê 11 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Zanyarê erdhejê daye zanîn, erdheja duyem bi hêza 2.6 rîxterê li kûrahiya 9 kîlometran û 16 kîlometran dûrî navenda bajarê Kelarê rû daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin