Hinek rêjeyên sala 2022an yên Herêma Kurdistanê hatin ragihandin

04 January 2023 23:33 0 dîtin
Hinek rêjeyên sala 2022an yên Herêma Kurdistanê hatin ragihandin

PeyamaKurd – Berdevkê polîsê Herêma Kurdistanê Karzan Emîr hinek rêjeyên bûyerên li Herêma Kurdistanê yên di sala 2022an de qewimîne ji bo raya giştî ragihand. Li gor berdevk di sala 2022an de 445 kuştin û întîxar çêbûne. Di derbarê 8 hezar dozên sextekariyê de biryar hatiye dayîn. Her weha dest danîne ser 1.373 sîlihên bê ruxset. Rêjeyên ku Emîr ragihand hinek ji wan wehanin:

-240 bûyerên întîxarê çêbûne.

-183 kuştinên bi zanîn, 32 kuştinên bi texsîrat û 240 întîxar çêbûne.

-5.931 bûyerên diziyê, 2.576 bikaranînên alavan bi xerabî, 398 sextekarî û 7. 991 bûyerên xapandinê çêbûne.

-1.156 parsek, 324 kes ji maddeyên hişbir û 801 zewacên ne fermî tesbît kirine.

- 212 êrîşên çekdarî, 5.206 tehdîd û 5.641 bûyerên pevçûnê çêbûne.

- 207 kes şewitîn û can dan. 86 ê wan yên xwe şewitandine.

-7.546 şewat çêbûne û tîmên îtfaiyê 317 kesan rizgar kirine.

-Di ciyên bazirganî û xizmetên giştî de 1.371 kontrolên tenduristiyê çêbûne û 1.360 proje hatine kontrol kirin.

-Di xwaringehan de 4.341 kontrol, di benzînxaneyan de 1.281, di firûnan de 2.901 kontrol hatin kirin.

-139 car lehî rabûye, 116 kes ji fetisandinê hatine rizgarkirin,104 cenaze hatine derxistin. Xebatkarekî miriye û 26 xebatkar birîndar bûne.

-Polîsê daristan û hawirdoriyê yê Kurdistanê 85 çek û 720 fişekan girtiye û 1.346 kesan girtiye.

-33 şewatên daristanê çêbûne.

-Testa 30 kesan ya DNA yê hat kirin ji bo 976 bûyeran lêkolîna ciyê bûyerê hat kirin.

-Di sûcan de 1.138 sîlih û bûyerên 764 destnivîs hatin tehlîl kirin.

-Şopa tiliyên 7.784 kesan hat sitendin û ji gumanbaran şopên tiliyên 71.907 kesan hat girtin.

Rêjeyên hatin ragihandin ne tenê ev bûn lê di gelek babetên din de jî rêje hatin ragihandin.