Blinken: Di sala 2022an de li Amerîkayê ji maddeyên hisbir 110 hezar kes mirin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di rêya video-konferansê de tevlî civîna maddeyên hişbir bû. Blinken ragihand ku kesên temenên wan di navbera 18-49an de ne, di sala borî de bi sedema bikaranîna hişbirên sentetîk 110 hezar kes, ji ber bikaranîna miqdarê zêde mirine.
Li dora ji 80 welatan di asta bilind de kes û nûnerên herêmî û navdewletî yên rêxistinan tevlî civînê bûne. Blinken weha got:
“Hêjaye em li ser mijarê rawestin. Kujerê yekem yê Amerîkayiyan hişbirên sentetîk bi taybetî fentanil e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin